Bi armanca şopandina têkoşîn û xebatên şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê, heyetek ji jinên Istklanda bi navê koma Bronagh (Bro-Nnêa) serdana jin Rojavayê Kurdistanê kirin.
Ev şande ji 5 jinan pêk tê dê heya 15 Adarê li Rojavayê Kurdistanê bimînin.
Şande ji aliyê Kongra Star ve hat pêşwazîkirin û yekem serdana xwe li Mala Jin a bajarê Qamişlo pêk anîn.
Bernameya serdana wan wê li hemû sazî û dezgehên jinan ên Rojavayê Kurdistanê bidome.
Mebesta van jinan bi vê serdanê ew e ku têkoşîn û xebatên jinan, şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bibîbin.
Her wiha pêkanîna vê yekê li welatên xwe bi projeyên ku bi pêş dixin pêk bînin.
Mala Jin a Kantona Qamişlo Behiya Murad 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.
Niha piştî vê serdanê em ê bi hev re beşdarî meşa girseyî ji bo 8’ê Adarê bibin.
Sibê şande dê serdana xwe li kampa Waşûkanî, Jinwar û navenda Jineolojî bidomîne.