Fransa ji bo bicihkirina leşkerên Rûs gefa cezayan xwar

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gef li Rûsyayê xwar û got eger Rûsya “kirinekê nayê qebûlkirin” pêk bîne, ew ê cezayan bisepînin. 

Ji Fransayê jî hişyarî hat…

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji tora CBS a Amerîkayê re diyar kir, eger Rûsya “kirineke neqebûlkirin” pêk anî, dê welatê wî cezayan lê ferz bike.

Macron, bicihkirina leşkerên Rûsya li ser sînorê Ukraynayê qebûl nekir, her wiha destnîşan kir ku divê xetên sor ên zelal li hember Rûsyayê diyar bibin.

Serokkomarê Fransî teqez kir ku ceza tenê têrê nakin û ya baş lidarxistina diyalogeke encamgir e.

Ji xwe, Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî ragihandibû ku dê rêzecezayên deravî yên giran li Rûsyayê bisepînin û careke din pêşniyar kiribû ku, civînek bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bê lidarxistin.

Back to top button