Pentegonê Tirkiye hişyar kir: Wê encam giran be

Pentegon derbarê ceribandina sîstema parastina esmanî S-400 de dewleta Tirk hişyar kir û destnîşan kir ku wê bandorên giran li têkiliyên bi Tirkiyeyê re bike.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman got: “Sîstema S-400 a oprasyonel, bi lihevkirina Tirkiye ya bi DYE û NATO’yê re weke tifaq girtibûn ji hev nakgire.”

Berdevk got: “Em li dijî ceribandina vê sîstemê ne ku Tirkiye pê aniye, metirsiya vê heye ku encamên giran ên di warê têkiliyên me de çêbike.”

Back to top button