Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir, ku baweriya wan bi yekîtiya netewî ya Kurdî tê û ji bo wê kar dikin.
Aldar Xelîl bi twittekê îşaret bi girîngiya avakirina yekîtiya Kurd kir û wiha got:
“Baweriya me bi yekîtiya Netewî ya Kurdî tê û ji bo wê em kar dikin, ji ber girîng û pêwîst e.
Divê em hemû enerjiya xwe bixin xizmeta yekîtiyê.
Her wiha ev yekîtî, bêyî ti berjewendiyên din, divê di berjewendiya gelê me de be û ev armanca me ye.”
Tê zanîn, ENKS û PYNK’ê ji bo avakirina yekîtiya Kurdî, diyalogên kurdî-kurdî dikin, lê ENKS’ê vê diyalogê asteng dike û sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî napejirîne..