Şêniyên Dêrikê: Heta dawî em li gel gerîla ne

Şêniyên bajarê Dêrikê destnîşan kirin ku hebûna kurdan bi berxwedana gerilayan ve girêdayî ye û ew ê heta dawiyê piştevanên wan bin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatme Izedîn êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û got:

“Bila dijmin zanibe ku ew nikarin kurdan qir bikin.

Heta ku gerîla ax û rûmeta vî gelî biparêzin, ew nikarin vê tevgera xwedî li fikrên Rêber APO derketiye tune bikin.”

Welatiyên Dêrikê xiyaneta PDK’ê bi artêşa Tirk re şermezar kirin xwest ku her kes dijî xiyanetê rabe.

Walatiyan berxwedana gerîla silav kirin û gotin:

“Ew ji bo parastina tevahî gelan û ewlehiyê têdikoşin.

Edaletê belav dikin û rûmeta gelan diparêzin.

Gerîla ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên bindest diparêze.

Heta serekftin pêk were em piştevanên wan in.”

Şêniyên Tirbesipiyê: Divê gelê Kurd li hemberî xiyaneta PDK’ê rabe

Back to top button