Cezayê rojnamevan Abdurihman Gok ê salek û 6 meh hate erêkirin

Dewleta Tirk a dagirker di Newroza 2017’an a li Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Korkut bi hinceta terorîst e kuşt.
Rojnamevan Abdurahman Gok bû şahidê bûyerê û bi dîmenê kişandî ve sûcên dagirkeriya tirk derxist holê..

Bi dîmenên Rojnamevan Abdurahman Gok kişandî bû ve derket holê ku Korkut ne sûcdareke, beşdarvaneke newrozê ye.

Dewleta dagirker ji ber teşhîr bû dewsa polîsên ku Korkut kuşt bigre, berova jî li dijî Rojnamevan Gok dozvekir.

30’ê Hezîrana 2022’an jî Danişîna biryardayînê ya doza rojanemvan Gok hatibû lidarxistin.

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dike, sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê Gok birî bû.

9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê jî îro cezayê saleke û 6 erê kir.

Parêzerê Gok, Resûl Temûr jî diyar kir ku cezayê li Abdurahman hatiye birîn derhiqûqî ye û got:

“Her kes dizane ku dadgeh bi armancên hiqûqî tevnagere û xalên qanûnî pêk nayne. “

Back to top button