ÇETE MÎNA DAIŞÊ ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ DIBIN MIZGEFTAN

Talankirin û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê didomin.

Çete êdî çand û zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê vejîn dikin.

Li aliyekî din, şandeyeke hiqûqî belgeyekê derbarê binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li Efrînê radestî komisyona mafên mirovan a navdewletî kir.

Malpera Çavdêriya Efrînê ragihand ku li navçeya Mabeta komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker cilên mîna cilên çeteyên DAIŞê li xwe dikin û li qurziyên kolanên navçeyê belav dibin.

Malperê diyar kir ku ew li devê deriyê mizgeftan dermanekî bi ser çavên şêniyan de direşînin û wan derbasî mizgeftê dikin.

Li gorî agahiyan, berî çend rojan êdî li deriyê malan jî dixin da ku xelk biçin mizgeftan.

ÇETEYAN MUXTARÊ GUNDÊ KERÊ REVAND

Malpera AFRINPOST ragihand ku çeteyên dewleta Tirk muxtarê gundê Kerê yê Bilbilê yê bi navê Selah Henîf Betal revand û birin cihekî ne diyar.

Her wiha heman çeteyan piştî girtina muxtar, berê xwe dan gundê Qota yê heman navçeyê û 7 şênî ji pêş firna gund girtin.

Ji her 7 şêniyan, navê 3 kesan hatin bidestxistin;

Nîdal Henên Sîdo

Reşîd Remezan Sîdo

û Cemîl Menan Sîdo

ŞANDEYEKE HIQÛQÎ BELGEYEK DER BARÊ EFRÎNÊ DE RADESTÎ NY KIR

Li aliyekî din jî çavkaniyan diyar kir ku şandeyeke ji 7 rêxistinên mafê mirovan û sivîl ên Kurdî duh hevdîtinek li gel Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê pêk anî.

Şandeyê, belgeyek derbarê rewşa Efrînê radestî komîteya lêkolînê ya navdewletî û Komisyona mafên mirovan yên NY kir.

Her wiha şandeyê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir.

Leave a Reply

Back to top button