Talîbanê navenda parêzgeha baglan û bajarê Feyzabadê jî kontrol kirin

Li Efxanistanê Talîban parêzgehên nû kontrol dike. Herî dawî û bi kontrolkirina navenda parêzgeha Baglanê û Feyzabadê re jimara parêzgehên di destê Talîbanê de digihêje 9’an. 

Cîgirê Encumena Parêzgeha Baglan Hayatullah Wefa, ragihand “Çekdarên Talîbanê piştî şerekî dijwar navenda bajarê Pul-i Xumrî yê parêzgeha Baglanê kontrol kir.”

Herî dawî Talîbanê bajarê Feyzabadê jî ku li bakur rojhilatê Efxanistanê ye, bi dest xist.

Navenda parêzgeha Farahê ya li rojavayê welêt jî duh ket destê Talîbanê.

Bi vî rengî hejmara paytextên wîlayetan ên di nava hefteyekê de bi dest xistin kir 9 bajar.

Wezareta Parastinê: 42 ji çekdarên Talîbanî hatine kuştin

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ” Di operasyonên hêzên hikumetê yên ewlehî li derdora bajarê Leşkerceyê yê wîlayeta Helmend de, 42 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 6 birîndar bûne. “

Back to top button