Rayedarên Amarîka vebijêrkên li dijî Îranê lêkolîn kirin

Di nava Amerîka û Îranê de careke din peyamên gefxwarinê despêkiriye.
Rayedarê payebilind ê rêveberiya Amerîkayê eşkere kir ku 2 rayedarên payebilind ên ewlehiya nîştimanî civînek li Koşka Spî li dar xist.
Civîn der barê vebijêrkên li dijî êrişkirina Îran û wekîlên wê yên leşker û dîplomatên Amerîkayê li Iraqê bû.

Çavkanî ji ajansa Reutersê re diyar kir ku rayedarên ewlehiya nîştimanî li ser komek ji vebijêrkan li hev kir, dê di demeke nêz de pêşkêşî Serokê Amerkayê Donald Trump bikin.

Rayedar destnîşan kir ku koma rayedarên komîteya sereke, wezîrê Parastinê ya bi wekaletê hatiye erkdarkirin Chris Miller, wezîrê Karên Derve Mike Pompeo û şêwirmendê ewlehiya nîştimanî Robert O’Brien li ser rewşê li Koşka Spî nîqaş kirin.

Trump: Ger amerîkiyek li Iraqê bimre Îran berpirse

Hemwextî van nûçeyan, Serokê DYA Donald Trump bi peyameke li ser hesabê xwe yê twitterê ku weşand agahiyên heyî piştrast dike.

Trump di peyama xwe de got,

Ger li Iraqê leşkereke Amerîka tiştek pê were, ewê Îranê ji vê berpirsyar bibîne.

Back to top button