Balafireke keşfê ya Tirkiyê di navbera Eyn Îsa û Kobanê de kete xwarê

Balafirek keşfê ya dewleta Tirk di navbera Eyn Îsa û Kobanê de kete xwarê. 

Vê sibehê Balafirek keşfê ya cureya Bayraktar ya dewleta Tirk a dagirker kete xwarê.

Balafir li Ebû Sira yê di navbera navçeya Eyn Îsa û bajarê Kobanê de kete xwarê.

Heta niha nayê zanîn ku ev balafir hatiye xistin an ji ber pirsgirêkekê ketiye xwarê.

Dewleta Tirk beriya niha bi rêya van balafiran gelek komkujî li herêmê pêk anîne.

Herî dawî jî 19’ê Çileyê de van balafiran li Rimêlan navenda têkiliyan a QSD’ê bombebaran kiribû.

Her wiha 18’ê Çileyê jî bi heman şêwazî li ber rawestgeha Arî ya li ser riya Qamişlo û Tirbespiyê erebeyek hatibû armancgirtin.

Û têde zarok şehîd bû.

Back to top button