Li Amarîka Serokê Meclisê nehat hilbijartin

Li Amerîka piştî 100 salan cara yekem Serokê Meclisa Nûneran di tora yekem a hilbijartinê de diyar nebû.
Di hilbijartina ku Kevin McCarthy nekarî endamên partiya xwe giştî razî bike, di tora yekemîn de biser neket.

Li Amerîka ji bo diyarkirina Serokê Meclisê rûniştin pêk hat.

Di rûniştina 118. a Kongresê de, hilbijartina bû serokê ku wê 2 salan kar bide meşandin pêk hat.

Piştî hilbijartina navberê ya 8’ê Mijdara 2022’an Komargiran serketina xwe ya li Meclisa Nûneran misoger kiribû.

Parlamenterên ku ji bo rûniştina yekemîn a Meclisa Nûneran hatin cem hev, ji bo hilbijartina serokê meclîsê çûn dengdanê.

Komarger McCarty nekarî 218 dengan bidet bixe

Piraniya Komariyan dengê xwe dan namzetê xwe Kevin McCarthy.

Bi dayîna piştevaniya Demokratan re jî McCarthy bi 203 dengan biser ket.

Her wiha namzetê din yê Komargiran Andy Biggs jî 10 deng girt.

Ji aliyê din ve, bi 212 dengan, hemû Demokratan dengên xwe dan Hakeem Jeffries.

9 parlementeran ji bo navên cuda deng dan.

Bi vê yekê re piştî 100 salan cara yekem serokê Meclisa Nûneran ne karî di tura yekem de were hilbijartin.

Di nava komargiran de alozî

Vê yekê jî da diyarkirin ku McCarthy nekariye bi têra xwe parlamenterên partiya xwe razî bike.

Li DYAyê Serokê Meclisa Nûneran ji ber wê yekê girîng e ku piştî serokê dewletê û cîgirê serok di rêza sêyemîn da ye.

Komarparêz niha 222 kursî û Demokrat jî 213 kursî di Meclisa Nûneran a 435 endamî de hene.

28’ê Mijdara 2022’an Siyasetmedarê Demokrat Donald McEachin jiyana xwe ji dest dabû.

Ji bo ku McCarthy ji bo serokkomariyê were hilbijartin, diviyabû dengên 218 endaman, ku nîvê endamên Meclîsê ye, bidest bixista.

Lêbelê, ev bendê derbasdar e ku her wekîl ji bo endamekî deng bide.

Wek mînak ger 6 parlementer dev ji dengdanê berdin, di parlementoya ku 434 parlementerên wê hene de ji bo piraniya dengan pêwîst e 214 dengan qezenc bike.

Bertekên ji nava Komargiran dida xuyakirin ku wê namzetê wan McCarthy pêvajoyek zehmet re derbas bibe.

Piştî 20 salan pelosi dest ji serokatiya meclisê berda

Piştî Nancy Pelosi ya 20 salin serokatiya meclisê dike ragihand ku ew ê careke din namzetiya xwe nedêne, Nûnerê New Yorkê Hakeem Jeffries bû lîderê nû yê Demokratan.

Back to top button