QSD: Hêzên me depoya çekan a herî mezin a DAIŞ’ê desteser kirin

Tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê û amadekariyên wan yên êrişan dewam dikin.
Hêzên QSD’ê pêşî li planeke êrişê ya mezin a çeteyên DAIŞ’ê girt. QSD’ê raghand ku hêzên wan tevî hêzên Asayîşê, depoya DAIŞ’ê ya çekan a herî mezin li gundê
Qêrewan ê Til Hemîsê, desteser kirine. QSD’ê raghand ku di depoyê de, miqdarek mezin TNT û gelek cûreyên din ên çekan desteser kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser desteserkirina depoya herî mezin a çekan a DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên taybet û berdewamkirina Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê de, hêzên me bi operasyoneke taybet tevî Hêzên Asayîşê, beşeke mezin a çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê desteser kirin.

Ev çek û cebilxane ji bo şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatibûn amadekirin û li gundê Qîrewan ê Til Hemîsê hatin desteserkirin.”

QSD’ê da zanîn ku ev operasyon li ser mukihatinên endamên şaneyên terorîst pêk hatiye û got:

“Şaneyên terorîst mezreayek ji bo komkirin û depokirina wan çekan bi kar dianî. Hêzên me dest bi lêpirsînan kir da ku xetên piştgiriyê û rêya gihandina wê herêmê û endamên ku vî karî hêsan dikin, bizanin.

Ev cihê veşartî ji mezintirîn depoyên çekan in ku hêzên me piştî şerê Baxozê dîtiye her wiha piştî şerê Girtîgeha Sînaayê derbeyeke mezin a ji rêxistina terorîst re ye.”

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan pêşî li pilaneke xeternak a DAIŞ’ê girtin û ev tişt got:

“Li gorî lêpirsînan û agahiyên îstixbaratî, rêxistina terorîst hewl dida wan çek û cebilxaneyan di êrişeke muhtemel a li ser kamp û bajarokê Holê yê Hesekê de bi kar bîne.

Ev yek di çarçoveya planeke mezin a hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de hatibû amadekirin, pêk tê. Piştî ku êriş hate têkbirin, rêxistina terorîst berê xwe da planek din û car din hewl da êrişî kampa Holê bike.

Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên hêzên me û operasyonên destwerdana lezgîn, her wiha desteserkirina gelek endamên şaneyên terorîst, plana xeternak a terorîstan bi ser neket.”

Tevgerên şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst hemwextî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin.

Hêzên me jî nehiştin ku DAIŞ sûdê ji mercên ku dagirkeriya Tirk ji bo şaneyên terorîst yên DAIŞ’ê peyda kirine, sûdê bigire.

Di lêpirsînên ku hêzên me kirine de koordîneya eşkere û plankirî ya di navbera her du aliyan de ji bo destdirêjiya li ser herêmê, hat piştrastkirin.

Vê operasyonê derbeke din li rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û piştevanên wê xist û hêza wê qels kir.

Ev yek car din xeteriya tevgera rêxistina terorîst piştrast dike, ligel paşguhkirina hin aliyên navneteweyî ji mercên ku alîkariyê didin mayîna DAIŞ’ê û di serî de gefên dewleta Tirk a dagirker.”

QSD’ê di dawiyê de got: “Em tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya rewa li dijî vê rêxistina terorîst li herêmê û li dijî hemû gefan bidomînin.

Em car din bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember herêmên me bi berpirsiyariyên xwe rabin, ku hemwextî êriş û planên DAIŞ’ê rastî êrişên din ên dewleta Tirk a dagirker tê ku hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe.”

Back to top button