HPG’ê: Li Zap û Xakurkê 21 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan tola hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne hildan. Hêzên Gerîla li herêmên Zap û Xakurkê li dagirkeran xistin.HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 21 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek hate rûxandin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk ya dagirker a bi teknîka pêşketî û çekên qedexekirî dewam dike û hêzên gerîla bi gelek çalakiyan tola hevrêyên xwe yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne hilanîn.

HPG’ê derbarê êrişan û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 27’ê Îlonê li Qada Çemço ya herêma Zapê di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li Qada Sîda bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker yên li dora çeperên şer yên Şehîd Agir hate xistin û 3 dagirker hatin kuştin.

Dîsa li Qada Sîda bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer yên Şehîd Felat. Di encama vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin kuştin.

27’ê Îlonê li helîkoptereke Skorsky hate xistin ku dixwest li Qada Şehîd Adil ya girêdayî Çemçoyê dagirkeran dayne. Helîkoptera ku derb xwar bêyî ku dagirkeran dayne ji qadê dûr ket.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 27’ê Îlonê li Girê Şehîd Derwêş yê herêma Xakurkê tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin çeperek jî hate rûxandin.

Heman rojê tîmên bi tevger li hêzên dagirker xistin ku di navbera Girê Lêlkanê û Kevortê de bi armanca dagirkirinê rê çêdikirin.

Di encama çalakiya bi çekên giran de kepçeyek hate rûxandin.

Bi awayekî hemwext karwanekî dagirkeran ya ji 14 erebeyan ku dixwestin destwerdanê li qada çalakiyê bikin li qada Geliyê Reş bi rêbaza sabotajê hatin hedefgirtin.

Di vê çalakiyê de erebeyeke leşkerî ya Reo hat rûxandin û 12 dagirker jî hatin kuştin.

HPG’ê:Artêşa Tirk a dagirker 27 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 27 caran bi çekên kîmyewî, 6 caran bi balafirên şer, 52 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û tankan qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button