Şaredariya gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike

Şaredariya Gel a Minbicê bênavber li gorî rewşa awarte ya piştî erdhejê hatî ragihandin, kar dike, kavilan radike.

Di encama erdheja li herêmê çêbûye de, dîwarên gelek avahiyan qelişîn.

Şaredariya Gel bi koordîneya Yekitiya Endezyaran û aliyên têkildar, avahiyên ku zirar dîtine keşf kirin.

Beşên qelişîne jî, hilweşandin.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Geraca Şaredariya Gel Ezîz Hiso axivî û got: “Bi koordîne û hevkariya Hêzên Asayîşê û Heyva Sor a Kurd em di nava kolanan de geriyan, me kavil rakirin û rêyên girtî vekirin.

Hiso got: “Em ji şêniyan hêvî dikin ku heke avahiyeke qelişî bibînin agahî bidin Yekitiya Endezyaran û Geraca Şaredariyê ji bo ku tîmên pirspor bişînin wir û tedbîrên pêwîst bigirin.”

Back to top button