Li Kobanê jin dest bi dirûtina devpoşkan kirin

Aboriya Jin a girêdayî Kongreya Star li Kobanê di çarçoveya projeyê ku dane despêkirin dest bi dirûtina devpoşkan kirin.

Aboriya Jin a herêma Firatê li herêmê projeyek da destpêkirin û di çarçoveya projeyê de dest bi dirûtina devpoşkan kir.

Devpoşk li dirûn-xaneya Şehîd Amargî ya li Kobanê tê dirûtin.

Di dirûnxaneyê de 10 karker jin hene û di demên pêş de wê hejmara karkeran bên zêde kirin.

Qumaşê ji bo çêkirina devpoşkan ji Minbicê tê û rojane nêzî hezar devpoşk tên dirûtin û bi alîkariya desteya tenduristî wê werin derman kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku wê 10 hezar rûpoş bi rêya komînan li welatiyan werin belav kirin.

Ev devpoşk wê bi awayekî kêmî bihabûna sûkê bên firotin û pere wê ji bo pêwîstiyê dirûn-xaneyê bên bi karanîn.

Back to top button