BULDAN: ÎTÎFAQA WAN ÎTÎFAQA SUSURLUK Û TOROSÊN SRÎ YE

LI TIRKIYÊ HILBIJARTINA HERÊMÎ
GEL ELEQEYEK MEZIN NÎŞANÎ NAMZETÊN HDP’Ê DIDE

Ji hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê ku li tirkiyê pêk were tenê 6 roj mane.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê rojane di nava gel de ne û rastî elaqeyek mezin tên.
Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan jî derî bi derî digerin û di nava eleqeya gel de xebatên xwe birêve dibin.

Li tirkiyê wê di 31’ê Adarê de hilbijartina herêmî were lidarxistin.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariyan lez dan xebatên xwe.

Namzet bi şev û roj bênavber xebatên xwe birêve dibin û her cihê diçinê rastî eleqeyek mezin tên.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Parlamenterê HDP’ê yên navçeyên Bedlîsê çûn serdana dikandaran.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Seraya Wanê jî çûn gundê Şerefxanê ya Serayê û du malbatên ku ev demek dirêj bû di navbera wan de kîn hebû li hev anîn.

BULDAN: ÎTÎFAQA WAN ÎTÎFAQA SUSURLUK Û TOROSÊN SRÎ YE

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya pêr e çû Çewlîgê û beşdarî mitînga partiya xwe ya li vir bû.

Beriya mitîngê Buldan û şandeya pê re di têketina navçeya Dara Hênê de hatin pêşwazîkirin.

Pervîn Buldan di mitînga partiya xwe ya Çewlîgê de axivî û got:

“Duh li Yenîkapiyê şîrîkê xwe Axar û Çîller jî hilda kêleka xwe û derket ser dikê.

Nexwê îtîfaqa we îtîfaqa Su-surluk û Torosên Spî ye.”

NAMZETÊN HDP’Ê YÊN ÇEWLIGÊ PROJEYÊN XWE PARVE KIRIN

Her wiha Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Çewlikê jî bi rojnamegeran re civîyan û projeyên xwe parve kirin.

Di civînê de Namzetê hevşaredariyê Hişyar Ozsoy wiha got:

Hevî û xebatên me ew e ku em hilbijartinê bê qeza û belav derbas bikin. Ger ku em bi ser bikevin em dê projeyên xwe yek bi yek pêk bînin.

NAMZETÊN HEVŞAREDARIYA ÎDIRÊ BANGA MÊTÎNGÊ KIRIN

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş jî banga beşdariya mitînga xwe ya fînalê kirin û gotin:

“Nîşandana vîna gelan a di 29’ê Adarê de wê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê.”

Leave a Reply

Back to top button