Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk tevahî destek û ewlehiya têkoşîna li dijî terorê hedef digire.
Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Partiyê d daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane didomîne û ev tişt got:
“Dewleta Tirk tevahî destek, şêweyên aştî û ewlehiya têkoşîna li dijî terorê hedef digire.
Partiyê weha domand: “Em şerê hikumeta Tirkiyê yê bi balafirên bêmirov, topbaran, şerê aborî, şerê avê, siyaseta dorpêçê û desteka şaneyên terorêst yê ji bo tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, şermezar dikin.
Rêveberiya Xweser projeyek siyasî ya demokratîk e, hemû pêkhateyên civakê hembêz dike û dê ji bo hemû dosyayên bi girêk bibe çareserî.”
Partiyê dawiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk gavên berçav biavêje û piştgiriyê bide hemû hewldanên çareseriyê yên li gorî biryara 2254’an.