TAJÊ :Em ê bi têkoşînê dîwarên Îmraliyê hilweşînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
TAJÊ’ê tekez kir ku em ê bi têkoşîn û xebatên xwe dîwarê Îmraliyê hilweşînin.

TAJÊ’ê diyar kir ku ev salek û nîv e jî tu agahî ji rêbertiyê nayê girtin û got :

“Êşkence û zextên li Îmraliyê tên meşandin kiryarên derveyî mirovahiyê ne.

Pergala ku li Îmraliyê tê meşandin ne tenê tecrîd û zext e.

Rûxmî wê 24 sal in Rêber Apo têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Ev berxwedana Rêber Apo belavî hemû cîhanê bûye. ”

TAJÊ’ê di dewama daxwiyaniyê de da zanîn ku îro em bi saya fikrên Rêber Apo bûne xwedî îrade û wiha domand :

“Rêber Apo ji bo azadiya jinan têkoşînek bêhempa meşand û derfeta jiyana azad ava kir.

Em jî xwe parçeyek ji vê tekoşînê dibînin ..

Ji bo wê em dibêjin heya dawiyê xwedî li fikrên wî derdikevin..”

TAJÊ’ê dawiyê tekez kir ku em ê bi têkoşîn û xebatên xwe dîwarê Îmraliyê hilweşînin.

Back to top button