Bi dîmen..MSD û partiya Îradeya Gelêrî peymanek îmze kir

Şandeya MSD’ê ya li Moskoyê, li gel partiya Îradeya Gelêrî ya Sûrî, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, peymanek îmze kir.
Ji xalên vê peymanê, teqezî li ser yekbûna xaka Sûriyê , her wiha tevlêkirina kurdan di hemû pêvajoyên siyasî de û di serî de Komîteya Destûrî.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ku niha li paytexta Rûsya Mosko ye ragihand, ku wan reşnivîsek bi partiya Îradeya Gelêrî re îmze kir.

Hevseroka desteya rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ragihand ku îmzekirina vê reşnivîsê weke gava destpêkê ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Ilham Ehmed diyar kir wan ev peyman di çarçoveya çareseriya siyasî de, ji bo vegera penaberan bo cih û warên xwe, serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa wendayîyan, îmze kir.

Sekreterê meclisa paratiya Îradeya Gelêrî Qedrî Cemîl jî eşkere kir ku ev peyman bêyî ti navbeynkaran hat îmzekirin.

Qedrî Cemîl destnîşan kir ku di vê peymanê de, teqezî li ser yekbûna Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe, tê kirin.

Cemîl da xuyakirin ku vê peymanê rastiya gelê Sûriyê derxist Holê, ku ji bo çareseriya aloziyê li welêt, wan hemû berjewendiyên xwe dan aliyekî.

Xalên peymanê ev in:

-Sûryeya nû yek parçe ye, mafê hemû pêkhateyan diparêze, her wiha lihevkirina di navbera bakur û rojhilatê Sûriyê weke herêmeke nenavendî û paytextê de, li ser karûbarên derve, parastin û aborî, misoger dike.

-Herdu alî kar li ser pêkanîna biryara NY ya jimara 2254, di nav de jî pêkanîna daxuyaniya Cinêvê.

-Herdu alî li ser bidawîkirina hemû cezayên li ser welêt dikin.

-Bidawîkirina dagirkeriyê li ser hemû xaka Sûriyê û derxistina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê.

-Çareserkirina dosyaya kurd li Sûriyê bi awayekî demokratîk û adil li gorî peymanê navdewletî, her wiha parastina mafên kurdan di destûrê de.

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bidawîkirina aloziyê, pêwîstiyek e û divê em sûdê ji vê tecrûbeyê weke rejîmeke xwebirêbebirinê ya gel û kar ji bo bipêşxistina wê.

-Divê rêveberiya xweser tevlî hemû pêvajoyên çareseriya siyasî bibe.

https://youtu.be/dVnldKloCcw

https://www.facebook.com/RonahiTvOfficial/videos/308579890433315/

Back to top button