Xelkê Şengalê dijî êrişan daketin qadan

Xelkê Şengalê dijî êrişên dewleta Tirk yên ser Şengalê meşek li darxistin û gotin ewê ti carî dev ji axa xwe bernedin.

Duh Balefirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li Taxa El Nisir a navenda Şengalê wesayitek hedef girt.

Di encama êrişê de ciwanek Êzidî şehîd ket, jinek jî birîndar bû.

Meclisa Xweseriya Şengalê dijî êrişan banga tevlîbûna meşê kir.

Li ser bangê îro xelkê Şengalê meşek li darxistin.

Jin û ciwanên ku tevlî meşê bûn bê navber hêrsa xwe bi dirûşmeya ‘Tolhildan’ anîn ziman.

Piştra li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê axavtin hatin kirin û hate gotin:

Ev êriş li ser tevahiya civaka Êzidî tê kirin û dixwazin bi van êrişan gelê me ji Şengalê koçber bikin.

Emê ti carî dev ji axa xwe bernedin.

Di encama êrişa li Şengalê kesek şehîd û yek birîndar bû

Back to top button