Hesekê…Bi sedan kesî sersaxî dan malbata şehîd Dîlan Eşref

HPG’ê du roj berê nasnameyên 5 gerîlayên ku di mehên Hezîran û Tebaxê de li Başûrê Kurdistanê di şerê bi dewleta Tirk re şehîd bûn eşkere kirin.
Ji wan gerîlayan 2 ji Rojavayê Kurdisitanê yek ji Hessekê û yek ji Dêrikê ye.
Duh li Goristana Şehîdan ya Hesekê ji bo şehîd Dîlan Mihemed Eşref (Xwînda Dilbirîn) merasimeke xiyabî hate lidarxistin.
Îro jî bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd a li taxa Kebaba hate vegirtin.

Li bin kon endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniyê Xelîl Moro axivî û behsa berxwedana gerîla kir.

Endamê rêveberiya Asayîşê a Hesekê Idrîs Oso jî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelên Kurdistanê êrişên qirkirinê pêk tîne.

Her wiha berdevkê YPG Nûrî Mehmûd jî bal kişande li ser bikaranîna çekên kîmyewî û got :

“Dewleta Tirk li hember bêdengiya navneteweyî, çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne.

Berxwedana gerîla û gel planên dijminan têk birin.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyoneke li ser şehîd Dîlan bi dawî bû.

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Gerîla sûcê şer didomîne

Back to top button