Bi pêkanîna fikrên Rêber Apo tevlihevî û şerên li cîhanê kêm dibin

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Şaban piştgiriya pêngava cîhanî ji bo azadiya Rêber APo kir û got: “Eger ramanên Rêber Abdullah Ocalan werin pêkanîn dê tevliheviya cîhanî, şer û nakokiyên siyasî û civakî kêm bibin.”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban pêngava cîhanî bo azadiya Rêber Apo bi erênî nirxand.

“Divê Rêber Apo bibe sembola têkoşînê”

Ehmed Behaedîn Şaban diyar kir ku pêngav di dema xwe de hat ragihandin.

Her wiha bal kişand ser girîngiya pêkanîna azadiya Rêber apo û got: “Divê Rêber Apo mîna Nelson Mandela veguhere sembola têkoşînê.”

Li ser bandora çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber apo Şaban ev yek anî ziman:

“Çalakiyên vê dawiyê yên piştevaniya bi azadiya Rêber Apo gelekî girîng in.

Piştevaniya cîhanî gelekî pêwîst e.

Ji ber ku mîna Tirkiyeya faşîst pir bi zextên navneteweyî ve bi bandor dibe.

Ji ber nikare bi dijminahî û binpêkirina azadiya mirovekî wisa ku tenê banga azadiya glelê xwe dike.

Her çiqas me ev pergal tengav kir ewqas dema azadiya Rêber Apo nêz dibe.”

Her wiha Şaban diyar kir ku divê Rêber apo serbest were berdan û wiha domand:

“Êdî gel azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne.

Gel xwedî yek peyamê ye ew jî , bi azadkirina Rêber Apo êdî wê pirsgirêka kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe.

Lewma divê Rêber Apo bê berdan.”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Şaban herî dawî ev peyam da:

“Eger ramanên Rêber Apo werin pêkanîn dê tevliheviya cîhanî, şer û nakokiyên siyasî û civakî kêm bibin.”

Rev Moss Ntlha: Paradîgmaya Rêber Apo wek bayê jiyanê ye

Back to top button