Bi boneya 8’emîn Salvegera Rizgarkirina navenda Şengalê, ciwanên Êzidî serdana gorên şehîdan kirin, şehîdên berxwedan bibîranîn.
Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê serdana goristana Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan a Şehîdên berxwedan Şengalê kirin.
Ciwanan li ser gora mûm pêxistin û tevahiya şehîdan bibîranîn.
Piştre ciwanan berê xwe dan baxçeyê Rêber Apo yê li Geliyê Kersê.
Ciwanên beşdarî çalakiyê bûyîn diyarkirin ku bi saya berxwedan şervan û gerîlayan ew vegeriyane ser axa xwe ku li Şengalê ji bo civaka Êzidî bi sedan şehîd hatine dayîn.
Li navçeya Sîba Şêx Xidir salvegera 8’an a Şengalê hate pîrozkirin