Dagirkeriya Tirk û Çeteyên wê girtîgehek nû li Efrînê ava kirin

Dewleta Trik û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên hovane li dijî jinên Efrînê didomînin.

Çeteya li Efrînê girtîgehek nû ji jinan re ava kir.

Şûnwara girê Kokanê yê li navçeya Mabata talan kir û li navçeya Şiyê û Şera yên Efrînê jî 3 şênî revandin.

Bi ketina sala 3. ji dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyaryên xwe yên qirêj li dijî dîrok, xweza û şêniyan û bi taybet li dijî jinên Efrînê, pêk tînin.

Çetyên dewleta Tirk li Efrînê girtîgehek nû ji jinan re di navenda çapxaniya Ronahî ya berê ya li kêleka nexwaşxaniya Afrîn, ava kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, sê jijnên Êzîdî yên di vê demên dawîn de hatin girtin di girtîgehê de ne.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê jî ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji 30 % ji revandin û destavêtin û kûştin li dijî jinên Efrînê pêk anîne.

Rêxistinê zêdetirî 50 rewş ji kûştina jinan û 60 rewş ji destavêtinê, piştî revandinê belge kirine.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyan zedetirî 1000 jinên Efrînê revandin û çaranûsa piraniya wan ne diyar in.

Çeteyan li Navçeya Şera û Şiyê 3 sivîl revandin

Li aliyek din çavkaniyaên herêmî xuya kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Fexrî Ebû Elî (34) yê ji navçeya Şera revand û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber vêxistina agirê Newrozê çeteyan ciwanên bi navê Kanîwar Mihemed Reşîd û Arif Ehmed Kîlo yên ji gundê Enqelê yê navçeya Şiya ne, revandin.

Dagirkeriyê Şûnwara girê Kokanê yê Erînê talan kir

Ji bo dizîn û talankirina dîroka Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, girê Kokanê yê li navçeya Mabata ya Efrînê koland.

Çalakvanên herêmî diyr kirin ku çete perçeyên dîrokî yên dizîne, dişînin Tirkiyê.

Li gundê Amara ya navçeya mabata jî çeteya li ser xwedî terktoran 150 tenke zeyt bace ferz kir.

Back to top button