Nameya Rûken Zelal aji bo Rêber Apo

26’ê Îlona derbasbuyî her du gerîlayên jin Rûken Zelal û Sara Tolhildan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda giran ya li ser Rêber Apo li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê çalakiya fedayî kirin.
Nameyên her du gerîlayan ku li pey xwe hiştin hatin weşandin.
Rûken Zelal di nameya xwe a ku ji Rêber Apo re nivîsandî dibêje “Ez soz didim ku ezê layîqî we bim û vê çalakiya xwe bi ser bixim.”

Gerîlaya YJA Starê Rûken Zelal di dewama nameya xwe ya beriya çalakiya fedayî de, ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsî.

Rûken Zelal di nameya xwe de hezkirina xwe ji Rêber APO û bandora fikrê wî li kesayetê wê tîne ziman.

Nameya Şehîd Rûken a ji bo Rêbertî wiha ye..

”Tişta ku Rêber Apo ji bo me jinan kir li cîhanê ti kesî nekiriye”

Min her tim dixwest bi hestên ku dibim layîqê we, ji we re binivîsim.

Ez çi qasî bixwazim pênaseya kesayeta we bikim jî, ez dizanim ku ez ê pir û pir kêm bimînim Serokê min.

Ji ber tişta ku we ji bo me kir, li cîhanê ti kesî nekiriye. Bi taybet dema di mijara jinê de em li nirxandinên we dinerin, mirov li hemberî nirxdayîn û hezkirina we, xwe pir pir kêm dibîne.

Dema ez bala xwe didim jiyana xwe ya şoreşgerî, baş dibînim ku li hemberî keda we ez pir lewaz mame.
Wexta ku ez van rastiyan pênase dikim, êşa min zêdetir dibe.

Ezê hemû erkên ku dikevin ser milê bin bikim bingeha rexnedayîneke ku bikaribe bibe layîqê we. Kêm be jî ez dixwazim ji dil û can rexnedayîna xwe bidim.

Serokê min bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsinim, ez bawer nakim ku ew ê bikaribe hezkirina min a li hemberî we pênase bike.

”Bi qasî hezkirina min ji Rêbertî ez ê çalakiyê bi serbixim”

Rûken Zelal hezkirina xwe ji Rêber APO bi serxitina çalakiya xwe ve nîşan dide..

Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye.

Weke ku we jî pênase kirî “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e” Ji ber vê, pêwîste em di wateya rast de bibin mirov û xwe bigihînin asta heqîqetê.

Ji bo ku ez her tim bibim parêzvana heqîqeta ku we nîşanî me dayî, ez vê sozê didim ku ez layîqê we bibim. Serkeftin wê ya me be!

Nameya Rûken Zelal ji bo hevrêyên xwe û jinan

Nameya Rûken Zelal ji bo gel

HPG’ê: Çalakiya fedayî ya li Mêrsînê hevrêyên me Sara û Rûken pêk anîn

Back to top button