Nameya Rûken Zelal ji bo gel

26’ê Îlona derbasbuyî her du gerîlayên jin Rûken Zelal û Sara Tolhildan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda giran ya li ser Rêber Apo li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê çalakiya fedayî kirin. Nameyên her du gerîlayan ku li pey xwe hiştin hatin weşandin.
Rûken Zelal di nameya xwe a ji bo gelê Kurd re dibêje ez gelekî serbilindim ku ji bo we têdikoşim.

Gerîlaya YJA Starê Emel Feremez Hisên bi nasnav Rûken Zelal 26’ê Îlonê tevî gerîla Sara Tolhildan li Mersînê li dijî dewleta Tirk çalakiya fedayî pêk anîn.

Rûken Zelal beriya çalakiyê, li pey xwe, nameyek ji bo gel, hevrêyên xwe û jinan hiştibû.

Di nameyê de bal dikşîne ser rastiya dijmin ku divê çawa her kes xwe li hember birêxistin bike û berpirsyariya vê hilgire ser milê xwe.

”Ez gelekî serbilindim ku ji bo gelê xwe têdikoşim”

Nameya Rûken Zelal a ji bo gel wiha ye.

Gelê min ê hêja ez pir serbilindim ku ez weke jinek Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we têdikoşim.

Di rastiya dîroka gelê Kurd de pir lehnegiyên mezin derketine holê.

Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe biparêze pir berdêlên giranbuha dane.

Niha jî weke berdewamiya vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin.

Rûken Zelal di nameya xwe de anî ziman ku yê ku hişt dîroka gelê Kurd û dengê gelê Kurd were bihîstin, ked û hewldanên Rêber Apo yên bêhempa ne.

Ji ber Serokatiya me êrişên li ser gelê Kurd weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê pênase kir.

Ji bo vê di şexsê gelê Kurd de serxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê.

Wê hemû gelên bindest karibin ji serkeftina me sûd werbigrin.

Gêlê min ê hêja; qehremantiya ku hûn li her deverî nîşan didin ji bo min çavkaniya hêzeke pir mezin e. Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku ez her tim xwe li ser piyan bigrim.

Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn.

Back to top button