Dilşad Baban: Dive her kes ji bo Dag û Er bikeve nava liv û tevgerê

Çalakvanê siyasî Dilşad Baban ji bo Dag û Er ên di girtîgeha Hewlêrê de dijî zextên PDK’ê ketine greva birçîbûnê bang kir û wiha got:

“Divê her kes ji bo mafên van girtiyan bixebite û rê nedîn weke terorîstên DAIŞ’ê danûstandinê bi hemwelatiyên mere bên kirin.”

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê 2 mehin di greva birçîbûnê de ne.

Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

Heya niha jî derbarê mijarê de rayedarên Başûrê Kurdistanê ti daxuyaniyek nedane û bêdengin.

Derbarê mijarê de çalakvanê siyasî Dilşad Baban axifî.

Dilşad Baban: Divê rêxistinê mafên mirovan ji bo Dag û Er bi erka xwe rabe

Dilşad Baban ragihand ku erkê sereke yê rêxistinên mafê mirovan ya li beramberî greva birçîbûnê ya Dag û Er, helwest nîşandane û wiha pêde çû:

“Divê Rêxistinên Mafê mirovanan bêdeng nebin, ji bo rizgarkirina jiyana her du girtiyan, divê kar bikin.

Ji bo raya giştî were agahdarkirin jî, divê çalakî werin kirin, nabe welat dibin çengê dagirkeran de be.

Pêwîste li ser vê yekê helwest hebe.”

Baban diyarkir ku ger bersiva daxwaza Er û Dag neyê dayîn, wê rewşa wan xirabtir bibe.

Dilşad Baban dibêje:

“Biryarên derve bandorê li ser Başûrê Kurdistanê dike, ji bo parastina berjewendiyên xwe PDK canê welatparêz, welatî û çalakvanan dixin metirsiyê.”

Di dawiyê de Dilşad ji bo Er û Dag ev bang kir:

“Bang li hemû çalakvan, azadîxwaz, parêzerên mafê mirovan dikim, ji bo her du girtiyan bikevin nava liv û tevgerê.

Li Lûzernê banga hestiyariyê ji bo Er û Dag hate kirin

Ji bo heman mijarê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî bi beşdariya apê Abdurrhaman Er Necmettîn Er, ji bo Mazlûm Dag û Abdurrhaman Er daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê (CDK-L) li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev, û daxuyanî hat dayîn.

Apê Abdurrahman Er Necmettîn Er, têkîldarî rewşa dawî ya Er û Dag agahî dan û got:

Necmettîn Er: Divê hukumeta Başur daxwazên Er û Dag bi cih bîne

“Ev 2 meh in greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome.

Ew dixwazin ku şert û mercên girtîgehê bên başkirin.

Biraziyê min êdî nikare bimeşe, bi kursiyê dibin û tînin.

Em ji hemû saziyên Kurdistanî û kesên ku mafên mirovan diparêzin, bi taybet jî ji hikûmeta Başûr daxwaza hestiyariyê dikin.”

Daxuyanî û axaftin bi duruşme ya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Li Lûzernê banga hestiyariyê ji bo Er û Dag hate kirin

Back to top button