DI TEQÎNA ŞEDADÊ DE 3 SIVÎL Û ŞERVANEK QSD’Ê BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Şedadê ya bakurê bajarê Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate teqandin.
Di encam de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Li Navçeya Şedadê di encama teqînekê de 4 kes birîndar bûn, ji wan 3 sivîlin û yek jê şervanê QSD’ê ye.

Hate zanîn ku her çar birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê, her wiha rewşa 2 birîndaran giran e.

Piştê buyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser cihê bûyerê dorpêç kir, heta niha lêkolîn der barê teqînê de didome.

Doh li bajarê Tebqayê teqîneke rû da. Di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button