LI EFRÎNÊ ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 2 SIVÎL REVANDIN

Ji despêka aloziya Sûrî ve çeteyên Sunî yên navê opozsiyonê li xwe kirin, xwe radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.
Dewleta Tirk jî têra xwe ew bi kar anîn, niha jî êdî karê wan nema û Erdogan ew radestî balafirên Rûsyayê kirin.
Pêşketinên dawî yên li Idlib û Hemayê vê yekê teqez dike.

Ji aliyê xwe ve, ji bona ku komên çete rewşa xwe ya kambax û rezîl veşêrin, sivîlan direvînin.

Di vê derbarê de çeteyan li Efrînê 2 sivîl revandin, Ebdo Îbiş Beko û Ebdo Hesen.

Hat zanîn ku Ebdo Îbiş Beko bavê 2 zarokan e û ji gundê Kurzêlê ye, her wiha mirovekî astengdar e jî.

 

Leave a Reply

Back to top button