Antonio Guterres: Destwerdana derve li Lîbya, aloziyê kûrtir dike

Bi nêzîkbûna lidarxistina kongreya Berlînê re, NY bang li hemû aliyan dike ku ji bo serketina vê yekê baş bixebitin. António Guterres, her wiha ji destwerdana derveyî li Lîbyayê hişyar kir ku ew dibe sedema berdewamkirina aloziyê. Trump û Erdogan jî der barê heman mijarê de nîqaş kir. 

Antonio Guterres: Pêwîstiya Kongreya Berlînê bi “piştevaniyeke xurt” heye

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres duh bang li civaka navdewletî û hemû aliyên din kir ku “piştevaniyeke xurt” pêşkêşî kongreya Berlînê yê ji bo rewşa Lîbyayê bikin.

Guterres, li Konseya Ewlekariya Navdewletî, xwest ku, divê herdu alî bi awayekî avaker agirbestê pêk bînin.

Antonio Guterres: Destwerdana derve li Lîbya, aloziyê kûrtir dike

Sekreterê Giştî yê NY, destwerdanên derveyî li Lîbyayê jî şermezar kir û dîsa hişyar da ku “çi piştevaniyeke derveyî, ji gurbûna şer bêhtir, tiştekî din bi xwe re nayîne.”

Guterres her wiha hêviyên xwe bi Kongreyê Berlînê ê 19 Çileyê tê lidarxistin, xurt dike û weke devera bidawîbûna şer pênase dike..

Parlamena Welatên Ereb: Destwerdana Tirkiyê li Lîbya, pêvajoya siyasî asteng dike

Li gorî el-Erebiya el-Hedes jî, fermandarê artêşa Lînî Xelîfe Hefter wê di vê kongreyê de amade bibe.

Ji bo destwerdanê, parlamena welatên Ereb jî destwerdana Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku ev yek wê rê li ber xebatên pêvajoya siyasî bigire û gefan li ewlehiya herêma Erebî tevdî bixwe.

Koşka Spî: Trump û Erdogan, rewşa Lîbya gotûbêj kir

Girêdayî mijarê, serokê Amerîkayê Trump rûdanên dawî yên Lîbyayê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Erdogan re nîqaş kir.

Koşka Spî û serokatiya Tirkiyê ragihand ku Erdogan û Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîn û rewşa Lîbya û kongreya Berlînê nîqaş kirin.

2 Çileyê perlemana Tirkiyê şandina leşkerên xwe ji bo Lîbyayê erê kir, wê çaxê Trump bi rêya telefonê Erdogan hişyar kiribû ku ew ê bi destwerdana xwe rewşê aloztir bike.

Rojnameya The Guardian jî ragihand ku 2 hezar çekdarên Sûriyeyî di ser Tirkiyê re bo Lîbyayê hatine şandin.

Leave a Reply

Back to top button