Li çolistana Reqayê, di encama teqîna bombeyeke çandî de, 4 leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, li rojavayê çolistana Reqayê, bombeyeke çandî bi erebeya leşkerên hikûmeta Şamî de, teqiya.
Di encamê de, 4 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Demên dawî, tevgera çeteyên DAIŞê pir li bejahiya Sûriyê tê dîtin û ji Adara 2019 û heta niha, hezar û 59 leşkerên hikumetê, li rex 586 çeteyên DAIŞê hatine kuştin.