YBŞ: Wê rûreşî ji yên ku Şengalê neparastin xilas nebe

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê di salvegera fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an a ser Şengalê de diyar kir ku wê li dijî êrîş û komkujiyên li ser Şengalê têkoşîna xwe geştir bikin.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê di salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YBŞ’ê di destpêka daxunaiya xwe de tevahî şehîdên ku canê xwe feda kirine û bûne sembola têkoşîna li dijî dagirkeriyê silav kirin.

YBŞ’ê anî ziman ku wê rûreşî ji hêzên ku ji parastina Şengalê reviyan xilas nebe û wê ti carî rê nedin kesên îxanet kirine ku ser xaka Şengalê bijîn.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel kir ku hêza xwe ya cewherî pêş bixin û pêşî li êrîşên dijmin bigirin û azadiya xwe biparêzin.

Back to top button