Erdogan qanûna malperên civakî jî li gorî xwe guhert

Desthilatdariya AKP û MHP’ê qanûna ku armanc dike bikaranîna malperên civakî sînordar bike, şand parlamenê û wê jî qanûn erê kir.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo malperên civakî bixe bin kontrola xwe, ev qanûn derxist.

Li gorî qanûnê, kesên ku malperên civakî bi kar tînin û li dijî desthilatdariya Erdogan sûc bikin û parvekirinên ne di cih de bikin, wê ji 10 hezar lîreyên Tirkî heta 100 hezar lîreyî werin cezakirin.

Ev qanûn destûrê dide hêzên ewlehiyê ku xwe bigîhînin hemû agahiyên wan ên taybet û wan bixin zindanê jî.

Her wekî destûrê dide saziya ragihandinê ya Tirkiyê jî ku dikare dîmenên ne li gorî desthiladariyê rake.

Back to top button