rûsya tetbîqatên xwe yê li nava derya, bejahî û asîmanan didomîne

Ji bo Ûkrayna û welatên Rojava, peyam bi qasî tê xwestin bandor nake. Kîev dibêje heta bi sedhezaran leşkerên Moskow li sînorê wan be, ew nikarin ji vekişîna beşek leşkeran rehet bibin. Serokê DYA Biden anî ziman ku hîna 150 hezar leşkerên Rûs li sînor gefê dixwin û got, Emê her bihostek ji axa NATO biparêzin. Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygû piştî rapora xwe ya derbarê tetbîqatan de da Putin, berê xwe da Sûrye.

Li sînorê Rûsya-Belarûs 7 rojin tetbîqatek ku bala tevahiya cîhanê kişandî ser xwe didome.

Her çiqasî ji nava Moskow peyamên ku ewê ti êrişekî li dijî Ûkrayna pêk neînin derdikeve, lê heta niha vê yekê nekariye dilê welatên rojavayî rehet bike.

Li aliyê din, Amerîka di her fersendeê de Rûsya hişyar dike.

NATO: Ûkrayna ji me daxwaza alîkariyê kiriye

Di dema ku krîza Ukraynayê dewam dikir, ji NATO’yê agahîyeke balkêş hat parvekirin.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya NATOyê hat dayîn de hat ragihandin ku Ûkraynayê li dijî rewşên awarte ji NATO yê daxwaza alîkariyê kiriye.

Biden: Gefên Rûsya yên dagirkirina Ûkrayna didomin

Li aliyekî din Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê aloziya navbera Rûsya û Ûkraynayê de got;

Gefên Rûsyayê yên ji bo dagirkirina Ûkraynayê dewam dikin.

Joe Biden di daxuyaniya çapemeniya li Koşka Spî dayî de ragihand, ti nîşanek nîne ku leşkerên Rûsî ji pozîsyona xwe ya êrişkar a li ser sînorê Ûkraynayê vekişiyane.

Biden got: Tevî daxuyaniya Moskowê ya ku dibêje “hin leşker vegeriyane baregehên xwe” 150,000 leşker li derdora Ûkraynayê di “pozîsyonek metirsîdar” de mane.

Ev yek hîna jî “îhtimalek cidî” ye.

Serokê DYA anî ziman ku ew ê bihostek ji axa NATO bê parastin ne hêlin.

Biden di axaftineke xwe ya zindî ya li Koşka Spî de, hem banga dîplomasiyê kir û hem jî dar nîşanî Rûsyayê da.

Doh gelek malperên hikûmeta Ûkrayna jihev ketibûn.

The Washington Post nivîsand ku ev bi îhtîmaleke mezin karê hackerên bi piştgirîya dewleta Rûsyayê ye.

Rûsya: Beşek leşkerên me vegeriyane cihê xwe

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh got:

“Ji ber ku yekîneyên navçeyên artêşê yên başûr û rojava erka xwe qedandin, wan dest bi amadekariyên vegerê yên bi rêyên hesinî û rêyê kirine.”

Wezaretê şevê din jî dimenê beşek ji leşkerên ku tetbîqata xwe li Nîvgrava Kirimê bi dawî kirine û vedigerin parve kir.

Şoygu piştî hevdîtina li gel Putin berê xwe da Sûriye

Di vê navberê de, piştî Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu rapora derbarê tetbîqata li sînorê Ûkrayna de da Serok Vilademir Putin, berê xwe da Sûrye.

Şoygu ji aliyê Serokê hikumeta Şamê Beşar El Esed ve hate pêşwazîkirin.

Back to top button