KCK: Em çalakiyên gerîla li dijî dagirkeriyê yên li ser xaka Başûr pîroz dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla li hember dagirkeriya dewleta Tirk li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê pîroz kirin û gerîla silav kir.

Di daxuyaniya Hevserokatiya KCK’ê de tê gotin:

“Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê 5 meh li pey xwe hişt.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Zap, Metîna û Avaşînê bi ruhekî fedayî li berxwe dide û xaka Başûrê Kurdistanê diparêze.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî vê berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe, her wiha derbên mezin ji gerîla dixwe û têk diçe.

Em hemû gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên ku dijminê dagirker têk birin, pîroz dikin, çalakiyên wan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”

Di şerê Zap, Metîna û Avaşînê de dîmenên çalakiyan hat weşandin

Di şerê Zap ,Metîna û Avaşînê de dîmenên çalakiyan hat weşandin

Back to top button