Îlham Ehmed û nûnerê DYA civiyan

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) Ilham Ehmed bi nûnerê DYE Nicholas Granger re civiya.
Di civînê de rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û awayên xurtkirina hevkariyê li ser asta siyasî hatin nîqaşkirin.

Ilham Ehmed di civînê de behsa rewşa siyasî li Sûriyê, xebtatên MSD’ê yên ji bo komkirina hemû aliyên Sûrî û pêwîstiya piştgiriya rêyên çareseriyê û insyatifên neteweyî yên Sûrî kir.

Nûnerê DYE jî diyar ku Washington bi erênî li diyaloga Sûrî Sûrî dinêre û piştgiryê didê,

Her wiha bal kişand li ser girîngiya beşdarbûna nûnerên hemû aliyan ya di çareserkirina aloziyê de.

Nûnerê DYE Nicholas Granger tekez kir ku hikûmeta DYE wê piştgirya Rêveberiya Xweser û QSD’ê di têkoşîna li dijî terorê dewam bike,

Her wiha îşaret bi operasyona ewlehî û mirovî ya li Kampa Holê a bi armanca ewlehî û aramîya herêmê kir.

Back to top button