Yûnanistan 2 welatiyên xwe bi sîxuriya ji Tirkiyê re tawanbar dike.
Polîsa Yûnanistanê ragihand ku desthilatdariya welêt bi niyaz e, 2 welatiyên xwe yên li girava Rodis dixebitin, bi sîxuriya ji dewleta Tirk re, fermî tawanbar bike.
Yek ji van her du kesan, di keştiyekê ku di navbera giravên Rodis û Kastêlorayz a li beramberî peravên Tirkiyê de diçe û tê, dixebite.
Her wiha hat gotin ku kesê din jî li balyozxaneya Tirkiye ya li Rodis dixebite.
Kenala CNN a Yûnanistanê eşkere kir ku karkerê li keştiyê, agahiyên mîna hebûna artêşa Yûnanistan li giravê û cihên keştiyên wê, didan kesê li balyozxaneya Tirkiyê.
Li gorî daxuyaniya polîsa Yûnanistanê, lêpirsîna li ser vê mijarê, bi hevkariya pergala îstixbarata niştimanî ya welat pêk hat.