Li bajarê wî kirmanê tê veşartin

Îro cenazeyên Suleymanî û el-Muhendis piştî kuştina wan bi 5 rojan tên veşartin.

Cenazeyê Qasim Suleymanî bi merasîmeke girseyî li bajarê jê ji dayik bûye, Kirmanê tê veşartin.

Her wiha, wê cenazeyê Ebu Mehdî el-Muhendis li bajarê Necef ê Iraqê were veşartin.

3yê Çileyê, Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî el-Muhendis li ser rêya balafirgeha Bexdayê, di êrîşeke asmanî ya Emerîkayê de hatin kuştin.

TELEVÎZYONA ÎRANÊ:
DI MERASÎMA SULEYMANÎ DE, 35 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî televîzyona Îranê jî, di merasîma Suleymanî de, ji ber dehfdanê 35 kesan jiyana xwe ji dest da û 48 kes jî birîndar bûn.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close