Rêveberiya Xweser: Divê ji bo DAIŞ’ê dadgeheke navdewletî were avakirin

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê têkildarî girtiyên DAIŞ’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rêveberya Xweser ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî kir û da xuyakirin ku li ba wan navên belgekirî yên serçeteyên DAIŞ’ê yên li Serê Kaniyê û Girê Spî hene.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê têkildarî girtiyên DAIŞ’ê li bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist.

Cigira Hevserokatiyê ya Buroya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Ebîr Îliya daxuyanî xwend û destnîşan kir ku piştî ku QSD’ê di 23’ê Adara 2019’an de DAIŞ’ê têk bir, bi awayekî fermî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî anîne ziman.

Ebîr Îliya destnîşan kir ku zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê û bi deh-hezaran malbatên wan li bakur û rojhilatê Sûrî girtî ne û got,

“Ev ji bo herêmê bargiranî û xetereyeke mezin çêdikin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi darizandina wan heye.”

Her weha Ebîr Îliya bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û diyar kir ku ev êrîş şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê çalak kirin.

Ebîr Îliya weha anî ziman:

“Tirkiye ew çeteyên DAIŞ’ê yên ji ber operasyona QSD’ê reviyabûn ji nû ve zindî kir û beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê bûn. Navên belgekirî yên serçeteyên DAIŞ’ê ku niha li Serê Kanî û Girê Spî dimînin, hene.”

Îliya destnîşan kir ku ev bûyerên xeternak in û nîşan didin ku DAIŞ ji nû ve di bin sîwana Tirkiyê de xwe li herêmê bi rêxistin û dike.

Cigira Hevserokatiyê ya Buroya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Ebîr Îliya xwest bi piştgiriyeke navdewletî, li Bakur û Rojhilatê Sûrî dadgeha darizandina DAIŞ’ê were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button