Rejîma Sûrî li Helebê amadekariya şerekî dike

Artêşa rejîma Sûrî li Helebê amadekariya operasyoneke leşkerî dike.

Rojnameya “el-Weten” a rejîma Sûrî ragihand ku artêşa Sûrî ji bo rêya Heleb- Hema ya navdewletî kontrol bike hêzên xwe li Helebê zêdetir dike.

Her weha rojnameya el-Weten da zanîn ku artêş bi çekên giran derbasî xetên pêşîn ên eniyên Helebê yên rojavayî bûn.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
REJÎMÊ GELEK NUQTEYÊN ÇETEYAN WÊRAN KIRIN

Rojnameyê ji bo Idlibê jî diyar kir ku atmosfera nabeş rê li ber pêşketina rejîmê negirt û bi top û balafiran êrîş bir ser hin nuqteyên çeteyên dewleta Tirk.

Hat diyarkirin ku balafirên Sûrî û Rûsî li dijî Seraqib, Mi’esran û el-Xedfa yê li gundewarê Idlibê êrîş pêk anîn.

Li gorî ajansa SANA ya rejîma Sûrî, di encama vê yekê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbû û gelek navendên çeteyên dewleta Tirk hatin rûxandin.

Leave a Reply

Back to top button