Desteya Perwerde û Fêrkirinê ezmûneke din ji bo xwendekarên xwendina serbest ên refa 12’an ragihand.
Desteyê 13’ê Hezîranê bi biryarnameyekê ezmûneke din anku tekmîlî ji bo xwendekarên refa 12’an a xwendina serbest ragihand.
Şert û mercên pêşkêşkirina vê ezmûnê wiha ne;
Heger xwendekar di 3 branşan de bi ser neketibe, dikare vê ezmûnê pêşkêş bike.
An jî ji bo xwendekarên ku bi ser ketine û dixwazin pileyên xwe zêde bikin jî dikarin 3 branşan pêşkêş bikin.
Desteyê eşkere kir ku piştî derketina encamên ezmûna yekê, xwendekar dikare navê xwe li Rêveberiya Ezmûnan tomar bike.
Desteyê ragihand ku ev biryar tenê ji bo beşa wêjeyî û zanistî ye.
Her wiha got jî tomarkirin wê tenê heta 5 rojan be.
Li gorî desteyê dîroka ezmûnan wê di navbera 17-25’ê Tîrmehê de be.



