Welatên ye li ser 750 milyar euro weke budceya alîkariyan, li hev kir

Piştî civînên dewletên Yekîtiya Ewropayê bi çend rojan, duh berpirsin Ewropî ragihand ku “ew ji bo vejandina abora Yekîtiyê ku Corona bandorên mezin lê kiribû, gihiştin lihevkirinekê”.

Li gorî van berpirsan, 750 milyar Euro ji bo rûbirûbûna coronayê, li welatên Yekîtiyê tên belavkirin.

Serokê Meclisa Ewropî Charles Michel ev yek piştrast kir û got:

Ev lihevkirin dîrokî ye, ji bo em sînorekî ji bandora coronayê re deyînin, wê bi milyaran Euro li welatên Yekîtiya Ewropayê bên belavkirin.

Ev lihevkirin, piştî danûstandinên dijwar ên navbera endamên YE bi 4 rojan pêk hat.

Nakokî jî ji ber welatên Netherland, Siwêd, Danîmarka, Awisturya û Fînlanda hewl dida budceya alîkariyan 350 milyar Euro derbas neke, çêbûbûn.

Back to top button