Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku wê ewlehiya bajaran radestî Wezareta Hundirîn a Iraqê were kirin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê li gel Wezîrê Hundirîn ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî û Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî Qasim Erecî civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de biyar hatiye dayîn ku dosya ewlehiya bajaran ji wezareta Parastinê were girtin û radestî Wezareta Hundirin were kirin.
Li gorê biryarê, wê artêş di nava bajaran de nemîne û hêzên hundirîn di nava bajaran de bi cih bibin.