HPG’ê ragihand ku beriya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê wan derseke dîrokî dane dewleta Tirk a dagirker.
Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de, 44 çalakî hatine lidarxistin û herî kêm 31 dagirker hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gêrîla ên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê balkişan ser nêzbûna pêngava 15’ê Tebaxê û wiha got:
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi fîşeka destpêkê ya fermandarê nemir Egîd a 15’ê Tebaxê dest bi têkoşînê kir, Îro jî bi heman ruh, hişmendî, bawerî, biryardarî û bi rêbazê Egîd şer dikin.
Hêzên me beriya salvegera Cejna Vejînê 9 û 10’ê Tebaxê, derseke dîrokî dan artêşa Tirk a dagirker.
Bi giştî 32 dagirker hatin cezakirin ku 31 jê li Girê Cûdî bûn
Dewama daxuyaniyê, hate diyar kirin ku gêrîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li hemberî dagirkeran Operasyoneke Şoreşgerî pêk anîn.
HPG’ê diyar kir ku gêrîlayan bi taktîkên dewlemend bi afirîneriyeke mezin li dagirkeran dan û wiha got:
“Tîmên gerîla yên bi tevger ên li qadê û tîmên pispor ên li tunelan bi rengekî koordîneyî û rêbaza gerîla bi serketî xistin meriyetê.
Bi ruhê fedaî yê Apoyî, di nava 24 saetan de, li dijî dagirkeran Operasyoneke Şoreşgerî dan destpêkirin.
Bi giştî 44 çalakî pêk anîn, 31 dagirker ceza kirin û 7 dagirker jî birîndar kirin.
Tîmên gerîla yên tevlî Operasyonê bûn, hemû çalakî bi rengekî serketî pêk anîn û ti windahî nedan.
HPG’ê diyar kir ku hêzên gêrîla li Zap, Metîna û Xakurkê gelek çalakî lidar xistin bi giştî 32 dagirker cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.
HPG: Qadên gêrîla gelek caran hat bombekirin
Têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî hate parvekirin:
4, 7 û 9’ê Tebaxê Qada Berxwedana Girê Hekkarî ya Metîna 3 caran bi balafirên şer 4 cara jî bi helîkopteran hate bombekirin.
Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Xakurkê jî bi topan hate bombekirin.



