Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya dawî qedand.
Komîteyê reşnivîsa hevpeymanê ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir.
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hesen Koçer jî got:
Yek ji armanca serke ya hevpeymanê, bidawîkirina kêmûkurtiyan e.

Rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo hevpeymana civakî 4 rojin di civînê de ye.

Di nava 2 salên dawiyê de, Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek civîn ji xelk û pêkhateyên herêmê re li dar dixistin.

Piştî vê, komîteyê ji bo nirxandina civînên heyî û sazkirina hevpeymana civakî civîna xwe lidar xistin

Civîna Hevpeymana Civakî: 99 Xalên hevpeymanê hatin nîqaşkirin

Di civîna 4 rojan li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin de, 158 endamên Komîteya Berfireh a hevpeymanê amade bûn.

Komîte ji siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê yên Ermen, Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Asûr û Çerkes pêk tê.

Di civînê de 99 xalên hevpeymanê hatin nîqaşkirin.

Forma wê ya dawîn hate danîn.

Back to top button