Arvîn Tolhildan yek ji şehîdên HPG’ê

Bi lehengiyeke mezin gerîla Arvîn Tolhildan heta dawî şer kir û bi 11 hevrêyên xwe di şerê çekên kîmyewî de şehîd bû. Arvîn bi tevlêbûna xwe ya bi coş bû çavkaniya moralê ji bo hemû hevrêyên xwe û bi vîna xwe rêya têkoşînê ronî kir.

Gerîla Arvîn Tolhildan bi lehengî heta kêliya dawî di jiyana xwe de şer kir û bi 11 hevrêyên xwe re di encama şerê bi çekên Kîmyewî de şehîd bû.

Perwîn Mihemed bi nasnav Arvîn Tolhildan li Kobanê ku navenda berxwedana Şoreşa Rojava bû û ji dayik bû ye.

Arvîn weke jinek ciwan a Kurd a bi rûmet, li dijî êrişên ku dixwest Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetîsîne bêdeng nama û tevli nava refên têkoşînê bû.

Û di sala 2015’an de tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Arvîn bi hevrêyên xwe re li hemberî qirkirinên li dijî civaka Êzidî derbasî Şengalê bû

Avrîn Tolhildan piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya ku dîtiye, di felsefeya Rêbertiyê û taktîkên gerîlayên serdema nû de pispor bûye.

Weke milîtaneke YJA Starê ya xwedî tecrûbe çû herêma Zapê û bersiv da êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker.

Herî dawî Arvînê ku çû eniyên şer yê Şehîd Xursî yên li herêma Berxwedanê ya Sacayê, li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hevrêyên xwe re têkoşînek dîrokî nîşan da.

Ew ji bo azadiya gel bênavber xebat kir, li her qadê ked daye û di çalakiyên bêhejmar de cih girtiye, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist.

Arvîn bi hevrêyên xwe re di encama êrişa hovane ya bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk a qirker ve hat kirin de şehîd bû.

Wê bi biryardarî û vîna xwe ya bênavber rêya têkoşîna me ronî bike.

HPG: 11 Gerîlayên din bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

HPG’ê nasnameyên 11 Gerîlayan eşkere kir

Back to top button