Li navçeya Şedadê ya Hesekê 3 û li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê jî şehîdek hatin oxirkirin.
Dêrikê û Tebqayê jî Şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hatin bi bîr anîn.
Şervanê QSD’ê Elî Mihemed El Îsa û Xelîl Ehmed El Ebid di 26′ê Îlonê li navçeya Zîbanê ya Dêrazorê û Nûr Şelaş El Ferec jî 25′ê Îlonê li gundên Dêrazorê şehîd bûn.
Îro sê şehîd bi merasimekê li Goristana Şehîdan a Şedadê hatin oxirkirin.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Van şehîdan di oxira azadiya gelê xwe de canê xwe da.”
El Hisên diyar kir ku heta pêkanîna armancên şehîdan ew ê şopdarên rêya wan bin.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Til Hemîs-Cenazeyê şehîd Ridwan Xelîl bi merasîmekî hate oxirkirin
Her wiha bi sedan şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê tev li merasîma oxirkirina şervanê QSD’ê Ridwan Xelîl bûn.
Şervan Ridwan Xelîl jî di berxwedana li hember komên çete 25`ê Îlonê li Dêrazorê şehîd bû.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Şuca El Hasir axivî û bal kişand ser rola şehîdan û fedakariyên wan.
Fermandarê QSD`ê yê navçeya Til Birakê Sincar Elî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê da.
Di dawiya de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Li Dêrikê şehîdên meha Tebax û Îlonê hatin bi bîr anîn
Li aliyê din Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê 98 şehîdên ku di mehên Tebax û Îlonê de li cihên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bibîranîn.
Bi sedan şêniyên navçeyê yên bajêr li qada Stada Kornîş a Dêrikê beşdarî bîranînê bûn.
Di merasîmê de sînevîzyonek têkildarî wêneyên 98 şehîdan û wesîqeyên şehadetên wan hate pêşandan.