Meclisa Sivîl a Dêrazorê spasiya QSD’ê kir

Meclisa Sivîl a Dêrazorê spasiya QSD’ê li ser banga wê ya li tevahî çekdarên ku destê wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê rû dane de hene, kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“QSD’ê bi daxuyaniya xwe ya ku ji bo çareserkirina rewşa çekdarên ku destên wan di bûyerên li Dêrazorê de hebûn isbat kir ku ew ji gel e û gel ji wê ye.

Em spasiya QSD’ê dikin.

Careke din QSD’ê ji me re teqez kir ku ew ji bo aramî û ewlehiya herêmê têdikoşe û armaca wê ew e ku tevahî zarokên vê herêmê hembêz bike.”

Meclisê di dawiyê de bang li tevahî çekdarên ku cihê xwe di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de girtine kir ku vegerin û rewşa xwe zelal bikin.

Back to top button