
Artêşa Koreya Başûrî ragihand ku Koreya Bakurî 2 mûşek ber bi deryaya Rojhilat ve berdan.
Îro artêşa Koreya Başûrî ragihand ku piştî çend hefte di ser rawestandina cerbandina çekên balistî re derbas bûn, Koreya Bakurî 2 mûşekên nediyar di ser deryaya Rojhilat re avêtin.
Desteya Erkanan a Hevbeş a Koreya Başûrî da xuyakirin ku her du mûşek ji herêma Wûnsan a perava rojhilatî hatine berdan.
Heta niha ti agahî der barê cure, dûrî û bilindbûna mûşekên navborî de nehatine bi dest xistin.
Piştî binkeftina lûtkeya 2. a Hanway a di navbera Koreya Bakurî û Amerîkayê de, careke din Koreya vegeriya cerbandina mûşekên balistî û got: “Heke Waşinton daxwaziyên me bi cih neyîne, em danûstandinên nuklerî pê re nadomînin.”