Ev du rojin li Aydinê hin kesên ku nasnameya wan nediyar êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Aydinê dikin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê Elvan Ortaklar bertek nîşanî van êrişan da û ragihand ku ji bo leşkerên li Idlibê hatin kuştin duh meşek hatiye lidarxistin û piştî wê êriş pêk hatiye.
Piştî kuştina leşkerên wî li Idilbê, Erdogan hem li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe zêde kirin, hem jî li Bakurê Kurdistanê êrîşî HDP’ê dikin.
Dadgehê 2 sal û mehek ceza li rojnameger oruç birî
Li aliyê din û tevî êrîşên li dijî HDP’ê, êrîşên li ser rojnamegeran jî di rojevê de ye .
Danişîna doza Rojnameger Azîz Oruç li Amedê hat lidarxistin.
Şandeya dadgehê jî ji ber parvekirinên medya civakî û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye, 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Azîz Oruç birî.